الرئيسية » KURDÎ » 15GULANÊ ROJA ZIMANÊ KURDÎ

15GULANÊ ROJA ZIMANÊ KURDÎ

Di rojhelata navîn de ku bi kevnarbûna xwe û cudabûna rengên xwe tê naskirin, pir milet, netew, ziman û ol dijîn ku rengîniyek xweşik didan herêmê. Di serdema hişyarbûna hestên netewî de, û hewildana hin aliyan ku desthilatdariyê li ser miletên derdor bikin, bû sedema ku beriya her tiştî ev serdest hewil bidin ku zimanê miletên bindest tune bikin ji ber ku timî ev ziman girêdidan bi hestên netewî ve. Yek ji van miletên bindest miletê kurd bû ku bi salan e rastî qirkirina siyasî, çandî û civakî dihat. Li Hemberî qirkirina hebûna siyasî û civakî miletê kurd bi hemû şêwazan li ber xwe da û bi hemû erkên ku jê hatin xwestin bi merdî bersiv da. Li hemberî qirkirina ziman û çandî jî miletê kurd bi stran lorîk û çîrokan li ber xwe û xwe gihand asta serhildan û şoreşan. Niha û piştî ku miletê kurd xwe naskir, û li ser bingeha şoreşgerî û mirovantî tevgera rizgariya Kurdistanê dest bi berxwedanê kir, û bi şoreşa Rojava tacîdar bû êdî di hemû aliyên jiyanê de vejîneke bi rûmet destpê kir. Vejîna zimanê kurdî ku erkekî pîroz bû li ser milê şoreşa Rojava di vê serdemê de kete qonaxeke nû de û mîna gîhayê ku baran lê bibare şax ê rehên xwe berdan û kete nava jiyana rojane de. Bi hezaran xwendekar, mamoste, dibistan, peymangeh û saziyên zimanê kurdî hatin vekirin û xebateke pîroz dane meşandin. Em wekû kordînasyona Rojava roja 15 Gulanê li gelê Kurd li mamoste û şagirtên vî zimanî, li dibistan û xebatkar û saziyan pîroz dikin û şehîdên xwe yên mamoste bibîrtînin û soza şopandina rêça wan ji gelê xwe re dûbare dikin.

Kordînasyona giştî ya Rojava

شاهد أيضاً

بيان إلى ابناء شعبنا الابي

  الى كل احرار العالم وشرفاؤه مرة اخرى وفي خضم نضال شعوب سوريا المقدس ضد ...

Seo wordpress plugin by www.seowizard.org.
Social Media Auto Publish Powered By : XYZScripts.com