الرئيسية » الاخبار » BANGEK JI BO NIVÎSKARÊN ÇÎROKA KURDÎ
BANGEK JI BO NIVÎSKARÊN ÇÎROKA KURDÎ
BANGEK JI BO NIVÎSKARÊN ÇÎROKA KURDÎ

BANGEK JI BO NIVÎSKARÊN ÇÎROKA KURDÎ

BANGEK JI BO NIVÎSKARÊN ÇÎROKA KURDÎ

Desteya çand û hunerê ya kantona Cizîrê li Rojavayê Kurdistanê sêyemîn festîvala çîrokê li dar dixe.

Bi silogana (Li ser dengê lorîkên dayikan em çîrokên xwe dihûnin) desteya çand û hunerê ya kantona Cizîrê sêyemîn rojên festîvala çîrokê li dardixe.

Desteya çandê ya kantona Cizîrê bang li nivîskarên çîrokan dikin da ku tevlî pêşbirk û rojên çîrokê li kantona Cizîrê bibin ku wê di  6.6.2016 li dar bikeve..

Desteya çand û hunerê ya Kantona Cizîrê li Rojavayê Kurdistanê mercên tevlîbûnê wiha ragihandin:

1- Gerek çîroka beşdar berî niha li ti deverê nehatibe belav kirin û ne jî wergerandin.

2 – Beşdarên ji kantona Cizîrê dê çîroka xwe bi xwe bixwînin, û beşdarên ji derve gerek çîrokên xwe bighînin ber destê  desteya çandê  û wê ew ji wanre bighîne jûrî.

3- pêwîst e her çîrokek bi 2 kopiyan bighêje ber destê me û nav û agahiyên nivîskar gerek li ser were ragihandin.

4- zimanên beşdar di rojên Çîrokê de (Kurdî, Erebî û Suryanî)

5- pêwîst e çîrok ne ji sê rûpelan zêdetir be û bi mezinbûna 12 were çapkirin.

Herî dawî ji bo qebûlkirina çîrokan roja 30 . 05.2016 ye

Ragihandina desteya çand û hunerê ya kantona Cizîrê

شاهد أيضاً

وفد نسائي من لبنان يزور مقرات الإدارة الذاتية الديمقراطية

زار اليوم, وفد نسائي ممثل عن منظمات المجتمع المدني في لبنان, برئاسة حنان أوصمان رئيسة ...

اترك تعليقاً

Seo wordpress plugin by www.seowizard.org.
Social Media Auto Publish Powered By : XYZScripts.com