الرئيسية » KURDÎ » Ekademiya Ş.Ehmed Badilî duh Şemiyȇ bîst û sȇyemîn dewreya perwerdehî ya Hȇzȇn Erka Xweparastinȇ bi dawî kir.

Ekademiya Ş.Ehmed Badilî duh Şemiyȇ bîst û sȇyemîn dewreya perwerdehî ya Hȇzȇn Erka Xweparastinȇ bi dawî kir.

Ekademiya Ş.Ehmed Badilî duh Şemiyȇ bîst û sȇyemîn dewreyra perwerdehî ya Hȇzȇn Erka Xweparastinȇ bi dawî kir.
Dewreya perwedeyȇ 300 leşker vedihewand û tȇ de leşkeran hemî curewaneyȇn leşkerî,siyasî û rewşenbîrî di heyama 45’an de sitandin.
Rȇ û resmȇn derçûnȇ bi beşdariya Hevserokȇn Hevbeş yȇn Desteya Parastinȇ Rȇzan Gulo û Ronahî Elî;Serokȇ Meclisa Rȇveber Ebdulkerîm Sarûxan;şandȇn Hervserokatiya Kantona Cezîrȇ û desteyȇn Jin û Ciwanan bi rȇ ve çûn.
Bi pȇşkȇşkirina toranȇ leşkerî û xwendina sozȇ ji aliyȇ şervanan ve rȇ û resman destpȇ kir.
Paşȇ Hevserokȇ Desteya Parastinȇ Rȇzan Gulo axaftinek kir,di axaftina xwe de pîrozbahî bi boneya derçûna gerȇ û hatina cejnȇ li şervanan kir û bal kişand ser goriyȇn ku Hȇzȇn Xweparastinȇ dane ji dema damezrandina xwe ve û ta a niha.
Di pişt re Serokȇ Meclisa Rȇveber Ebdulkerîm Saroxan gotinek da û tȇ de pîrozbahî li şervanan kir û got ku ev erk erkekî exlaqî û mirovî ye ji beriya ku tȇkeve di bin sîwana tu navȇn din de.
Bi pȇşkȇşkirina şahîyeke mozîkî ji aliyȇ Koma Awazȇn Çiya ve rȇ û resm bi dawî bû.

شاهد أيضاً

الإدارة الذاتية تقدم واجب العزاء لذوي الفقيدة نالين خلف

وفد من المجلس التنفيذي برئاسة السيد عبد الكريم ساروخان وبالإضافة لحضور الأستاذة سينم محمد ممثلة ...

اترك تعليقاً

Seo wordpress plugin by www.seowizard.org.
Social Media Auto Publish Powered By : XYZScripts.com