الرئيسية » الاخبار » Rêxistinên Civaka Sivîl ya Jinan bi daxuyaniyeke çapemeniyê girtina REPAK’ê şermezar kirin
Rêxistinên Civaka Sivîl ya Jinan bi daxuyaniyeke çapemeniyê girtina REPAK'ê şermezar kirin

Rêxistinên Civaka Sivîl ya Jinan bi daxuyaniyeke çapemeniyê girtina REPAK’ê şermezar kirin

Bi pêşengtiya Kongreya Star û tevlîbûna rêxistin û saziyên jinan ên civaka sivîl li Kantona Cizîrê daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayîn û girtina Buroya Pêwendiyên Jinên Kurd REPAK ji hêla PDK’ê ve hate şermezarkirin.

Li ber Navenda Kongreya Star a li Qamişlo bi pêşengtiya Kongreya Star û tevlîbûna rêxistinên Mala Jinê, Desteya Şaredariyê, Asayişa Jinê, Partiya Aştî, Mekteba Jinên Ereb ya girêdayî Meclis El Wetenî, Rêxistina Sara, Desteya Jinê ya Kantona Cizîrê, Weqfa Jina Azad û rêxistinên civaka sivîl yên jinan daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevbeş hate dayîn. Daxuyanî ji hêla endama Buroya Têkîliyên Dîplomatîk Raperîn Omer ve hate xwendin.

 Raperîn Omer wiha got “Asta têkoşîna jina Kurd gihîştiye lûtkeya herî jorê. Di hemû qadan de jin pêşengetiya pêvajoya avakirina şaristaniya demokratîk dike. Ji bo vê jî jina Kurd di serî de dibe armanca êrîşên hêzên ku berjewendiyên wan yên polîtîk hene. Êrîşên fizîkî, cinsî û bîrdozî ku bi rengeke hovane li ser jin tê kirin, hewl didin ku hêza wê ya çalak bişkênin.”

Daxuyanî wiha dewam dike “Bi taybet hêzên ku dijminahiya Kurdan dikin, Di mijara qirkirina gelê Kurd de li hev kirine wek PDK û hûkumeta AKP’ê. Hemo êrîşên ku li ser gelê Kurd tê meşandin peralêl bi hev re girêdayî ne. Êrîşên ku li ser buroya Tevgera Azadî li Helebçê pêk anîn û serdegirtina buroya REPAK’ê li Hewlerê û bi zihniyeta ku 19 jin di qefesa hesinî de li Mûsulê hatin şewtandin, heman e. Di encamê de ev hêz, îradeya gelê Kurd nasnakin.”

Di daxuyniyê de bal tê kişandin li ser hedefgirina jinê û wiha tê gotin “Ji bo vê êrîş dibin ser deskeftiyên hatin bidestxistin. Rêbazên êrîşên hêzên desthilatdar li ser jinê bi armanca ku rê li ber avakirina hêza jinê di aliyê wê yê polotîk de bigre tê kirin. Hêza desthilatdar êdî vê rastiya ku jin di azadiya civakê de rola wê ya diyarker heye û heza dînamîk a guherîn û veguherînê ye, baş fêm kiriye. Bi taybet rêxistinên jin yên ku asta tekoşîna jinê bi cîhanê didin nasîn, dibin armanca van êrîşanan. Di vê dema dawiyê de êrîşa PDK’ê li ser REPAK’ê bi armanca şikandin û sînordarkirina tekoşîna jinê hatiye çêkirin. Bêguman ev ne cara yekemîne ku PDK êrişên bi vî rengî pêk tîne. Di dîroka têkoşîna me de, heya roja îro PDK her wextê bi rola neyînî rabûye, gelek caran li dijî rêxistinên Kurdan şer kiriye. Lê niha êrîşên KDP’ê ne tene di aliyê leşkerî de, êrîşên polîtîk, bîrdozî qat bi qat zêde kiriye. Ev hêza ku xwe wek Kurd pênase dike, di hemen demê de di nava hewldana reşkirina hêza jinê ya çalak de ye.”

Raperîn Omer ji bo serdegirtina buroya REPAK’ê jî wiha diyar kir “Ruxmî ku rêxistina REPAK’ê rêxistineke fermî bû, ya sosrete ewe ku PDK bixwe destûra fermiyeta wê dabû, lê bi rengeke derveyî exlaqê polîtîk tevgeriya û êrîş birin ser navenda fermî ya REPAK’ê.”

Di dawiyê de wiha hate gotin “Em wek saziyên civaka sivîl yên Rojavayê Kurdisatanê, van kiryarên PDK’ê bi tundî şermezar dikin û emê bi hemû hêza xwe ve xwedî li têkoşîna jinê derbikevin. Ji her demê zêdetir emê tekoşîna xwe li dijî zihniyeta paşverû bidomînin û emê destur nedin tu hêzan ku pêngava me ya ber bi azadiyê ve asteng bikin. Em wek rêxistinên jinan li Rojavaye Kurdistanê ku bi ramanên Rêber Apo xwe naskiriye û bûye hêza şoreşger, tucarî dev ji lêgerîna heqîqetê bernedin. Ger bedela vê yekê dayîna nefesa mê ya dawiyê jî be. Di bin ronahiya felsefeya Rêber Apo de  herdemê emê hêza xwe ya çalak mezintir bikin.”

Rêxistinên Civaka Sivîl ya Jinan bi daxuyaniyeke çapemeniyê girtina REPAK'ê şermezar kirin
Rêxistinên Civaka Sivîl ya Jinan bi daxuyaniyeke çapemeniyê girtina REPAK’ê şermezar kirin

استنكر مؤتمر ستار هجمات قوات اسايش حزب الديمقراطي الكردستاني على منظمة المرأة الكردية للعلاقات(ريباك) في هولير بباشور كردستان. وذلك خلال بيان.

و العديد من المنظمات النسائية شارك في بيان الاستنكار بخصوص مداهمة قوات اساييش حزب الديمقراطي الكردستاني مركز المرأة الكردية للعلاقات(ريباك) كعضوات مؤتمر ستار، هيئة المراة في مقاطعة الجزيرة , عضوات الهيئة الوطنية العربية ومكتب المرأة في مجلس سورية الديمقراطية، منظمة سارا لمناهضة العنف ضد المرأة والعديد من النساء في المؤسسات المدنية.

وقرأ البيان من قبل عضوة العلاقات الدبلوماسية لمؤتمر ستار رابرين عمر، وجاء في البيان:” وصلت المرأة إلى مرحلة من التقدم وصلتها إلى الذروة حيث كانت في الطليعة بدون تردد لبناء الديمقراطية لذا فإن المرأة أصبحت هدفاً لكثير من الجهات السياسية حيث كانت هجمات الوحشية على المرأة من الناحية الجنسية والفكرية ومحاولتهم كسر قوتها وخاصة القوة المعادية للكرد وموضوع إبادة الشعب الكردي اتفاقية بين حزب العدالة والتنمية وحزب الديمقراطي الكردستاني للهجوم على الكرد .

وأشارت رابرين عمر أن الذهنية التي هاجمت حلبجة هي نفسها في هولير، حيث تم حرق 19 امرأة في قفص حديدي، فقوة المرأة الحرة باتت ظاهرة أمام الجميع والهدف الأساسي للكثير من الجهات خاصة التنظيمات التي تظهر مقاومة ونضال المرأة للعالم .

وتابعت رابرين عمر هاجمت قوات اسايش حزب الديمقراطي الكردستاني على منظمة ريباك بهدف كسر مقاومة و نضال المرأة وهذه ليست المرة الأولى التي تهاجم فيها حزب الديمقراطي الكردستاني بهذه الطريقة فتاريخ شاهدوً على أن حزب الديمقراطي الكردستاني لم يلعب دوراً من اجل القضية الكردية وهذه المرة بهجماتها العسكرية لتشوه صورة المرأة.

واختتمت رابرين عمر البيان بالقول:” بناء على هذه الهجمات المتكررة نحن كمؤسسات المعنية بشؤون المرأة ندين ونستنكر ما تفعله حزب الديمقراطي الكردستاني بسياستها الفاشية اتجاه المرأة وبذلك نزيد قوة وعزيمة بطليعة فلسفة القائد عبدالله اوجلان .

 

شاهد أيضاً

“معارضة دمشق” تلتقي مسؤولين في الإدارة الذاتية بشمال سوريا

التقى صباح اليوم, 21 تموز/يوليو 2018 ممثلون عن المعارضة الداخلية السورية مع مسؤولين في الإدارة ...

اترك تعليقاً

Seo wordpress plugin by www.seowizard.org.
Social Media Auto Publish Powered By : XYZScripts.com