الرئيسية » KURDÎ » Vekirina Zanîngeha Roj ava li kantona Cezîrê
Hevseroka Desteya Perwerde Û Fêr kirinê Semîra Hec Elî

Vekirina Zanîngeha Roj ava li kantona Cezîrê

Desteya Perwerde Û Fêr kirinê di bin sîwana Rêvebirya Xweser li bajarê Amûdê kongra çapemeniyê li darxist û têde hat raghandin vekirina Zanîngeha Roj ava li kantona Cezîrê û ev daxwiyanî da:

Ji Bo Raya Giştî

Bi boneya cejna Remezanê û bi kêfxweşî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê di bin sîwana rêveberiya xweser de zanîngeha bi navê Rojava ku navenda wê bajarê Qamişlo ye ji bo hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê û giştî Sûriyê Radighînin biryara vê zanîngehê bi armancên şoreşa Rojavayê Kurdistanê tê û şoreşa Rojava di nava xwe de gelek şoreşa digre , şoreşeke Civakî, Zanistî, Çandî û demuqrasî û bi taybet piştî ragihandina Fedralîzma Rojava-Bakurê Sûriyê ku ji mafê wê ye saziyên xwe ava bike û di nav de vekirina zanîngeheke pir kolêj û vekirina vê zanîngehî tê ji pêwistî û daxwazên xwendevanên me yên Rojava ku xwendina xwe li zanîngehê Sûriyê diqedandin û ji bo ewlekariya wan ji ber çûn û hatin û xeteriya li ser wan û buhayê çûn û hatûna wan ku gelê me pir asteng dike.
Û deriyê vê zanîngehê vekiriye li ber hemû pêkhateyên Rojava-Bakurê Sûriyê ji Kurd,Ereb,Siryan, Ermen,Tirkman,Şîşan û li ber hemû zarokên Sûriyê ên bê de.

Rêveberiya xweser misogeriya karkirina wan li hemû Rojava dike piştî derçûna wan û bi hemû derfet û îmkanênên xwe ji bo rewabûna vê zanîngehê li gelek welatên cîhanê.
Zanîngeha Rojava di Sala xwendinê 2016-2017 wê van kolojan veke:
1-Koloja Tendirustiya giştî.
2-Koloja Endezyariyê, ev beş wê bêne vekirin :
a-Endezyariya veguhestinê(Itîsalat)
b-Endezyariya (Meilûmatiyê)
c-Endezyariya Çandiniyê
d-Endezyariya Betrolê
3-Kolêja Zanist û Perwerdehiyê, wê ev kolêj bên vekirin:
A-Mamosteyê refê
B-zanista(B.F.K)
c-zanistên Siyasî
d-Zanistên Derûniyê(piskolojî)
e-Dîrok
f-Erdnîgarî
4-Kolêja Wêjeyî: Di vê salê de beşa Wêjeya Kurdî wê bê vekirin.
Desteya perwerde û Fêrkirinê li kantona Cizîrê vê yekê destkeftiyeke pîroz dibîne û ji bo wê jî xwendevanan

pîroz dike û em wan vedixwînin ku navê xwe tomar bikin û belgeyên xwe yên yên fermî pêşkêş bikin û di demeke nêz de wê mufadele derkeve û hazirî jê re tê kirin hem jê em doktor û kadroyên pispor li Rojava û giştî Sûriyê û li her çar perçeyên Kurdistanê û li Ewropa vedixwînin ku kar û xebat di vê zanîngehê de bikin ji ber ev xewn û xeyalên hemû Kurdan bû, ev zanîngeha wa ye û di demeke nêz de wê vebe û wê bîroya tomar kirina navên kadroyên perwerdê û şert û mercên xebatên wê bêne destnîşan kirin,Desteya Perwerdê tekez dike ku di 2016’an de wê destpê bike û ta niha geleg kar hatiye kirin û wê dest bi hevgirtina gelek kesên pispor re kar û xebat û sîstema karê rêveberî û rêvebirin wê karê rêveberiyê , kar û barên xwendekaran ,kar û barên kadroyên perwerdê û karmendên di hindirê zanîngehê de di demeke nêz de wê vekirina zanîngeha Rojava bibe avakirina şaristaniyeke mezin ji bo biratiya gelen ku li ser felsefeya netewa demuqratîk û ramanên zanistî û demuqrasî û wê Rojava-Bakurê Sûriyê têxe nava gelên pêşketî bi pir zimanî, pir çandî ûavakirina civaka demuqratîk û ekolojî k pêşketî.
Em vê tekez dikin ku hemû destkeftiyên me encamê xwîna şehîdên ji keç û xortên me ên YPG-YPJ ê û hêzên Sûriya demuqratîk û em vê diyarî giyanê wan yê pîroz û diyarî rêber Apo dikin.

Kordînasyona perwerdê li kantona Cezîrê
4/7/2017

Raghandina Desteya Perwerde û Fêrkirinê

الرئيس المشترك لهيئة التربية و التعليم محمد صالح عبدو
الرئيس المشترك لهيئة التربية و التعليم محمد صالح عبدو

ت3

شاهد أيضاً

توضيح الإدارة الذاتية الديمقراطية على التقرير الصادر عن منظمة هيومن رايتس ووتش

أصدرت منظمة هيومن رايتس ويتش ومن مكتبها في بيروت بتاريخ 10/9/2018 وعلى موقعها الإلكتروني ملخصاً ...

اترك تعليقاً

Seo wordpress plugin by www.seowizard.org.
Social Media Auto Publish Powered By : XYZScripts.com